Hikûmeta Kurdistanê bo çalakiyan: 'Naye qebûlkirin'

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê çalakiyên ku doh li gelek cihan, ji ber pirsgirêkên aborî û siyasî destpê bûbû û avahiyên hemû partiyan hatibû şewitandin de daxuyanî da.

Doh li gelek bajar û navçeyên wekî Silêmanî, Helebçe, Seyîdsadiq, Ranya, Qeladiz, Sengeser, Derbendîxan, Kelar, Teqteq û Çemçemalê  xelk daketin qadan û  ji ber ku xizmet nayê kirin, mûçe nayên dayîn û pirsgirêkên gendeliyê nayên çareserkirin daxwaza îstifayê li hikûmetê kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, xwepêşandan mafekî rewa yê hevwelatiyan e û hikûmetê herdem berevanî li wî mafê wan kiriye û dê bike û tekez dike, lê belê di demeke hesas a weke niha de ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê rastî pîlanên têkderane yên dijiminan bo nehêlana statuya Herêma Kurdistanê hatiye, ew xwepêşandan ji bilî neyar û dijminan xizmeta ti kesî nake û bi ti awayî nayê qebûlkirin.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwepêşandanê bi mafekî rewa yê hevwelatiyan dizane û herdem berevanî li wî mafê wan kiriye û dê bike, lê belê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dilgiranî ve bera xwe dide wan bûyer û kirdarên kirêt û wan tundûtîjiyên îro yên li çend bajar û bajarokên Kurdistanê, bi taybetî yên ku li sînorê parêzgeha Silêmaniyê çê bûn, ku hejmarek ji fermangehên hikûmetê û baregehên partiyan kirine armanc û ji bilî birîndarbûna çend kesan, zirar gihîşte mulk û malên hevwelatiyan jî.”

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi rewşa niha ya hesas a Herêma Kurdistanê kiriye û xwepêşandanên di rewşeke wiha de weke xizmetkirina bi neyar û dijiminên Kurdistanê bi nav dike û metirsî û pîlanên ji bo nehêlan û hilweşîna statuya siyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê ji aliyê neyaran ve bi bîr tîne.

 

Hikûmeta herêmê dibêje: “Xwepêşandana aram û şaristanî bo daxwazkirina mafan di çaçroveya yasayê de, karekî demokratîk e û bi temamî rê pê hatiye dan, lê belê bikaranîna wê mafê û daxwaziyên welatiyan ji bo encamdana tundûtîjî û gihandina zirar bi mulk û malên welatiyan û derxistina aloziyê û têkdana aramî û îstiqrarê, bi taybet jî di demekê de ku Herêma Kurdistanê di rewşeke zehmet re derbas dibe û ji çendîn aliyan ve rastî metirsiya têkdanê û hilweşandina statuya siyasî û destûrî bûye, ti sûd û xizmetekê nagihîne ti kesî, tenê neyarên Kurdistanê nebe, ji ber wê bi ti awayî nayê qebûlkirin.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de daxwaz ji saziyên ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye kirin, ku bi berpirsyarî û li gorî yasayê serederiyê li gel bûyeran bikin û tê gotin: “Dezgeh û saziyên têkildar ên hikûmetê divê bi awayekê şarsitanî û li gorî yasayê serederiyê li gel bûyeran bikin û ser û mal û ewlehî û îstiqrara hevwelatiyan biparêzin. Rê jî neyê dank u xwepêşandan û kombûn ji bo ti armancan û ji aliyê her kesî ve were bikaranîn û aliyên binpêker rûbirûyê cezayên yasayî werin kirin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin