Hikûmeta Kurdistanê: Bexda naxwaze jenosîda Êzdiyan nas bike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, rêveberiya Iraqê komkujiyên ser Kurdên Êzidî wekî jenosîd-tevkujî nas nake û ta niha neketiye nav ti hewldanekê.

Şêwirmendê Herêma Kurdistanê Husên Qasim Hesûn ji KDP.İnfoyê re ragihandiye ku Bexda ji bo radestkirina dezgehên navdewletî ya dosyeya komkujiya êzidiyan, neketiye nav ti hewldanekê ku rêveberiya Bexdayê naxwaze tevkujiya Kurdên Êzidî li qada cîhanê were pênasekirin.

Hesûn bêdengiya Bexdayê rexne kir û got, pêwîste bi awayekî cidî serî li dadgehên navdewletî yên tevkujiyan derdixn holê bikin.

Husên Qasim Hesûn diyar kir ku heta niha ne dadgehên Iraqê ne jî yên navnetewî dosyeya komkujiya êzidiyan qebûl nekirine û tenê parlamentoyên hin welatan û dezgehên sivîl pênase li tevkujiya êzidiyan kirine.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin