Hikûmeta Kurdistan: Rewşa niha ya Şingalê nayê qebûlkirin

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, ku rewşa niha ya Şingalê nayê qebûlkirin.

Sefîn Dizeyî ragihand, dema piroseya rizgarkirina Mûsilê destpê kir, rêketin di navbera Hewlêr û Bexdayê û Hevpeymanan de hebû, ku gereke ji bilî hêzên Iraqî ti hêzeke din li wan navçeyan nebe, lê mixabin aliyên Iraqê ew rêketin bicî nekirin û Heşda Şeibî derbasî Şingalê bû û vê yekê hişt ku PKK û çekdarên ser bi wê ve, li wê deverê dest li ser navçeyê danîne. 

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyan kir, îdareyeke rewa ji Şingalê re heye û pêwîst e ew îdare vegere ser karê xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê naxwaze ti aloziyek li wê navçeyê çê bibe.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin