Hikûmeta Iraqê dixwaze 50 girtiyên bi tohmeta terorê hatine girtin darve bike

.

Hikûmeta Iraqê dixwaze 50 girtiyên bi tohmeta terorê hatine girtin darve bike. NY jî banga rawestandina bidarvekirinên bi kom dike û daxwaz dike, Iraq rêzê li yasayên navdewletî bigire.

Li gor zanyariyan, Iraq dixwaze 50 girtiyan darve bike, lê Berpirsên Komîsyona Mafê Mirovan a NYê, daxwaz dikin Iraq bidarvekirinên bi kom rawestîne. NY dibêje ku darvekirina bi kom a girtiyan dibe ku planek be bo darvekirina tevahiya girtiyan û divê Hikûmeta Iraqê wan cezakirinan rawestîne û rêzê li yasayên navdewletî bigire.

Ev daxwaza NYê piştî ku hefteya borî 21 kesên din li girtîgeha navendî ya Nasiriye hatin bidarvekirin hat.  

Li Iraqê 4 hezar kes bi tohmeta “teror”ê hatine cezakirin, NY di wê baweriyê de ye ku bi sedan cezayê darvekirinê hatibin cîbicîkirin bêyî ku bêne eşkerekirin. 

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin