Hikûmeta Herêmê roja Aşûreyê rojekî weka betlaneya fermî ragihand

.

Bi boneya bîranîna Aşûreyê roja pêncşemê li hemû saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê betlaneya fermî ye.

Bi boneya bîranîna Aşûreyê roja pêncşemê li hemû saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê betlaneya fermî ye.

Fermangeha Medya û Zanyarî ragihand: “Roja pêncşemê, 19ê Tebaxa 2021ê Aşûre ye û li hemû saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê betlaneya fermî ye.”

Aşûre ew roj e ku Îmam Husên kurê Îmam Elî û hevalên wî hatin şehîdkirin û her sal welatiyên Şîe di wê rojê de merasîm li dar dixin û şîna Îmam Husên digrin.

Her sal di roja Aşûreyê de bi sed hezaran welatiyên Şîe, ji cîhanê, bi taybetî ji Îran, Efxanistan, Pakistan, Lubnan û Behreynê serdana Iraqê dikin ji bo beşdariya merasîmê.

Her çiqas du sal in ji ber vîrusa Koronayê rêgirî li Şîeyên derveyî Iraqê tê kirin, da ku neyên Iraqê, lê dîsa jî hejmarek Şîe ji Îranê bi rêya deriyên sînorî têne Iraqê û beşdarî şîna Îmam Husên dibin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye