Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo vejandina şûnwarên dîrokî salane 900 milyon Dînar dê veqetîne..

.

Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê armanc dike, piraniya cihên şûnwarî yên Herêma Kurdistanê bixe rêza şûnwarên cîhanî. 

Li ser razemediya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, salane 900 milyon Dînar ji bo vejandina sektora şûnwarnasiyê tê veqetandin.

Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî ragihand, ji heyama deh salan ve û ji ber qeyrana darayî, nehat karîn budceyeke pêwîst ji bo sektora şûnwarnasiyê bihata danîn.

Sasan Ewnî got: “Niha Serokwezîr razemendî nîşan da, ji bo salane 900 milyon Dînar ji bo vejandina sektora şûnwarnasiyê were terxankirin.”

Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê destnîşan kir, ew 900 miliyon Dînar dê sektora şûnwariyê li Herêma Kurdistanê biparêze û vejîne.

Destnîşan kir jî, Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê armanc dike, piraniya cihên şûnwarî yên Herêma Kurdistanê bixe rêza şûnwarên cîhanî.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye