Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişa Ehwazê şermezar kir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişa Ehwazê şermezar kir û hêviya xwe anî ziman ku êrişkar werin dîtin û bigihên cezayên xwe yên yasayî.

Roja şemiyê 22ê Îlonê,  li Ehwazê di êrişeke bi ser nimayîşa leşkerî ya hêzên çekdarî yên Îranê de, ku di heman demê de li seranserê Îranê  bîranîna şerê heşt salan a Îran û Iraqê birêve diçû û li Îranê weke Hefteya Berevaniya Pîroz tê binavkirin, çar çekdaran teqe li hêzên serbazî kirin û di encama bûyerê de 24 kes hatin kuştin û zêdetirî 60 kes jî birîndar bûn.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê wê êrişa terosîstî şermezar kir û ragihand: “Di demekê de ku em taziye û sersaxiyê li xizmên qurbaniyan û Komara Îslamî ya Îranê dikin û ji bo birîndaran şîfa dixwazin, em hêvî dikin ku êrişkar werin dîtin û bigihên cezayên xwe yên yasayî.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin