Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Birîna daristanan nayê qebûlkirin

.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil bi daxuyaniyekê nerazîbûn û nîgeraniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember birîna daristanên deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê nîşan da. 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil bi daxuyaniyekê nerazîbûn û nîgeraniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember birîna daristanên deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê nîşan da.

Cotyar Adil di daxuyaniyê de ragihandiye: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîgeranî û nerazîbûna xwe li hember birîna daran û ziyangihandina sirûşta Herêma Kurdistanê nîşan dide û bi fermî hikûmeta Tirkiyê agahdar kiriye ku dawî li birîna darên li deverên sînorî bînin û ev nayê qebûlkirin.”

Adil eşkere kiriye: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike ku hebûna çekdarên PKKê li Herêma Kurdistanê û bi taybetî li deverên sînorî, bûye sedema hatina hêzên Tirkiyê û derketina şer û pevçûnan di navbera her du aliyan de, loma em daxwaz dikin ku rêz li serweriya axa Iraq û Herêma Kurdistanê bigrin û êdî nişteciyên van deveran nexin nav êş û awarebûn û malwêraniyê.”

 Kurdistan24 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin