Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî bersiv da Hesen Nesralla

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil bi tundî bersiva Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nesrullah da û jê re got: “Yê ku Hewlêr û Kurdistan ji gef û metirsîya DAIŞê parastin, Hêza Pêşmerge bû, ne kesên din.”

Navenda Nûçeyan- Îro roja duşemê 13.01.2010 Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil di daxuyanîyekê de bersiva Hesen Nesrullah da, ku di gotinênên xwe êrîşî Herêma Kurdistanê û Serok Mesûd Barzanî kirîye.

Cotyar Adil ji Hesen Nesrullah re dibêje: “Li şûna vê êrîşa neheq, heq bû ku berevanîyê li vê netewa bindest bikî, ku çendîn sal e zulm û zor di derheqê wê de tê kirin.”

Herwiha Cotyar Adil di daxuyanîya xwe da ragihand:”Ji me re ecêb tê ku tu bi dengekî lerzok û bi awayekî zarokane, êrîş dikî ser Herêma Kurdistanê û rêberê neteweyekê. Tu ku ew çend sal in te rengê rojê nedîtîye û te di jêrzemînan de xwe veşartîye, bêrêzî û sivikatîyê bi gellekî qehreman dikî. Li cihê vê êrîşa ne di cih de, heq bû ku berevanîyê li vê neteweta bindest bikî ku çendîn sal e zulm û zor lê tê kirin.”

Di beşekî din ê daxuyanîyê da Cotyar Adil gotinên Hesen Nesrullah de red dike, ku gotîye Kurdistan deyndarê Qasim Sulêymanî ye û wî Kurdistan ji êrîşa DAIŞê parastî ye û tekez dike: “Hêza Pêşmerge bû ku Hewlêr û Kurdista parat ne xelkekî din. Tevî wê yekê, me spasîya hemû wan kesan kirîye ku alîkarîya me kirin, lê belê ew kesê ku goya nûnerê we bûye û di dema serdana bo cem serok Barzanî de beşdar bûye, divê her heman kes be ku li gel kesên wek xwe, di rojên 16, 20 û 26ê Oktobera 2017 de armanc û xewana wî dagîrkirina Kurdistanê bû, lê belê li bermaber berxwedan û berevanîya qehremanî ya Pêşmerge, bi awayekê lerzok û serşor serî li keviran xistin û xewanên wan di gorê de hatin çalkirin.”

Di dawîya daxuyanîyê jî da Cotyar Adil wiha daye zanîn:“Tu ku ji tirsa neyarên xwe newêrî serê xwe derxî, çima şer difiroşî netewekê ku ti pêwendîya wê bi te nîne. Serok Barzanî sembola berxwedana netewekê ye û tuyê tirsenok gelek ji wê yekê biçûktirî ku wê zimandirêjîyê bikî.”

 

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da