HHK kiryara terorîstî ya li dijî hevregezbazan şermezar kir

Di êrîşa li ser navê DAIŞê hatî kirin de 49 kesên sivîl kuştibûn

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê de ragihand: "Ew xemxwariya xwe ji xizmên qurbaniyên vê êrîşê, gel û Hikûmeta Amerîkayê re radigihînin û hêvî dikin birîndar zû baş bibin."

Şeva 12ê Hezîranê li DYAyê li bajarê Orlando yê wîlayeta Floridayê.yekî bi esil Efxanî yê bi navê Omar Mateen bi çekên giran êrîş biribû ser bareke hevregezbazan. (LGBT - Lezbiyen, Gay, Biseksuel, Trans)

Di êrîşa li ser navê DAIŞê hatî kirin de 49 kesên sivîl kuştibûn, 53yên din jî birîndar kiribûn. DAIŞê berpirsiyariya xwe ji êrîşa Orlandoyê bi rêya radyoyê ragihandibû.
Erîşkar Mateen piştre di şerê ligel polîs de heman şevê hate kuştin.

Rudaw - Rupelanu

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin