Hêzên Tirkiyê Derbasî Rojavayê Kurdistanê Bûn

Karwanekî ji hêzên Tirkiyê derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê bûn.

Bi armanca avakirina herêma ewle dewriyên hevbeş ên Amerîka û Tirkiyê di navbera bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê de dest pê kirin û karwanekî ji hêzên Tirkiyê derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê bûn.

 

Peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero ji sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê ragihand  ku îro Yekşema 8ê Îlonê dewriyên hevbeş ên Amerîka û Tirkiyê li Navçeya Aram, di navbera Serê Kaniyê û Girê Spî de destpê kirin.

 

Rengîn Şero diyar kir ku karwana hêzên artêşa Tirkiyê ji aliyê gundê Xulanê ve derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê bû û biryar e, ligel hêzên Amerîkî ber bi gundên din ên Girê Spî yên ser xeta sînor ve herin heta bigihejin Serê Kaniyê.

 

Peyamnêra Rûdawê herwiha da zanîn ku karwana hêzên Tirkiyê ji çar zirxîpoşan û yên şeş zirxîpoşên Amerîkî pêk te û li asmanan jî bo çavderiyê, firokeyên hevpeymaniya navdewletî difirin.

 

Bi gotina berpirsên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derketina dewriyeyan di çarçoveya lihevkirinên li ser mekanîzmaya ewlehiyê ku bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera HSDê û Tirkiyê de pêk tê.

 

Navçeya Aram, di qonaxa yekem de, di navbera herdu bajarên Serê Kaniyê û Girî Spî de dibe.

 

Dirêjahiya navçeyê di navbera 70-80 kilometreyan û kûrahiya navçeyê di navbera 5-14 kilometreyan de dibe.

 

Hêzên YPGê û HSD ji navçeyê vedikişin û xendek û asêgehên wan hêzan tên jinavbirin.

Siyaset Haberleri

Koşka Spî: Şerê Îranê ber bi dawiyê ve diçe
Kurdên Amûdê û Girkê Legê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketin kolanan
Umêd Xoşnaw: Heta grubên çekdar li sînorê madeya 140 bin, êrîşên li ser Kurdistanê dê berdewam bikin
Keça Kurd Dilvîn Filîta ji Qazaxistanê li New Yorkê xelatek stand
Holendayê ji ber Kurdên Êzidî 9 sal ceza li jineke DAIŞî birî