Hêzên Sûrî li Idlibê êrîş birin ser 2 wesayîtên hêzên Tirk

Hêzên rejîma Sûriyê îro 18ê îlonê li Idlibê êrîşek birin ser 2 wesayîtên leşkerî yên Tirkiyê û şer di navbera herdu aliyan de rû da.

 

Hêzên rejîma Sûriyê îro 18ê îlonê li Idlibê êrîşek birin ser 2 wesayîtên leşkerî yên Tirkiyê û şer di navbera herdu aliyan de rû da.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR), hêzên rejîmê îro 2 wesayîtên hêzên Tirkiyê yên li nêzîkî gundê Meizeraf ê li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê kirin armanca êrîşê.

Di encama êrîşê de her du aliyan gule li hev reşandine ku ti zanyarî derbarê ziyanê herdû aliyan de nehatine.

Herwiha hatiye ragihandin ku hêzên girêdayî Şamê îro 5 bajarokên li bejahiyên başûrê Idlibê û bajarokê Sermaniyê yê bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirine.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin