Hêzên Rejîma Sûriyê ketin Minbicê

Hat ragihandin ku îro 25ê Kanûnê piştî hevdîtina rayedarên leşkerî yên YPG/HSD û yên artêşa Sûriyê, hêzeke artêşa Sûriyê derbasî çoltera Minbicê bû.

Li gor medya tirk, hêzên artêşa Sûriyê bi kordînasyona YPGê ketin bajarokê Arîmah ê li rojavayê Minbicê.

Li gor çavkaniyên herêmî ku medya tirk dide, 2 tank, 40 wesayîtên leşkerî, barhilgirên leşkerî û kamyonên malzemeyên leşkerî jî di nav de gelek wesayîtên leşkerî demek berê ji aliyê başûr ve derbasî bajarokê Arîmahê bûn.

 

Li aliyekî din hat ragihandin Artêşa Tirkiyê sewqiyateke mezin a leşkerî şandiye ser sînor.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin