Hêzên Îranê li Hacî Omeranê 2 kolberên Kurd birîndar kirin

Êvara derbasbûyî li sînorê Hacî Omeranê hêzên Supaya Pasdaran a Îranê teqe li hejmareke kolberên Kurd kirin û di encamê de 2 kolber birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Navê kolberên birîndar, Sîrwan Ehmed (33 salî) û Silêman Hemeze (50 salî) ye, ku xelkê gundên Dilawan û Badîwanê yên ser bi Pîranşarê ve ne.

Herdu birîndar ji bo dermankirinê bo nexweşxaneya Çomanê ya Başûrê Kurdistanê hatine veguhastin.

Yek ji kolberên birîndar, Sîrwan Ehmed ji Rûdawê re got, ew karwaneke 11 kesî bûn û wan dixwest di rêya kevnerêya Gundejor re kala û kelûpelan ji Başûrê Kurdistanê veguhêzin Pîranşarê li Rojhilatê Kurdistanê, lê belê li Kanî Nawxoşê ew ketine kemîna hêzên Supaya Pasdaran a Îranê û wan hêzan teqe li wan kirîye, ku di encamê de ew bi xwe û kolberekî din birîndar bûn.

Bi gotina Sîrwan Ehmed, piştî teqeyê 9 kesên din barên xwe avêtin û revîyan.

Rêveberê Tendirûstîya Çoman, Ehmed Gelalî ji Rûdawê re got, ew du birîndar ji dest û pîyên xwe birîndar bûne û her yek ji wan gulleyek li laşê wan ketîye, yek ji wan ji lingê xwe û kesê din jî ji baskê xwe ve birîndar bûye.

Ehmed Gelalî herwiha da zanîn, ew herdu kolberên Rojhilatî li Nexweşxaneya Çomanê çareserîya pêwîst ji wan re hatîye kirin.

 

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be