Hêzên Hevpeyman: Yekgirtina Pêşmerge ji bo me giring e

.

Serok Mesûd Barzanî û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriye Bell Richard civiyan û di hevdîtinê de Richard got: “Yekgirtina Hêzên Pêşmerge ji bo me giring e.”

Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê 16ê Hezîrana 201ê  li navçeya Pîrmam a Hewlêrê pêşwazî Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriye Bell Richard û şanda lige kir.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serok Mesûd Barzanî, di hevdîtinê de Bell Richard sersaxiyê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku ji ber şehîdbûna wan 5 Pêşmergeyên ku li çiyayê Metîna hatibûn şehîd kirin û hêviya başbûnê ji bo pêşmergeyên birîndaran bûne jî xwest.

Di civînê de  Bell Richard rewşa meydanî ya hewlên hêzên Hevpeymananiya Navdewletî ya ji bo rûbirûbûna DAIŞê li Iraq û Sûriye ji bo Serok Barzanî eşkere kir.

Di beşeke din civînê de dirustkirina navenda hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqê yên ji bo parastina navçeyên li gefa terorîstan û her wiha pêngavên ji bo pêkanîna hêzên hevbeşî ya her du aliyan ji bo heman mebestê bi girîng û berhemdar pênase kirin.

Herwiha hewlên ji bo yekxistina Hêzên Pêşmerge û encamdana çaksazî ya li Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê mijareke din vê hevdîtinê bû û têkildarî vê de jî Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriye got ku yekxistina Hêzên Pêşmerge ji aliyê welatên hevpeymaniyê ve girîngiyeke xwe ya taybet heye.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye