Hêzên Amerîkî xwe ji şerekî ezmanî re amade dikin

Fermandeyê hêza ezmanî ya Amerîkî ceneral David Goldven pêşbîniya wê yekê kir, ku di çend salên dahatî de, şerekî ezmanî ji derveyî gogzemînê biqewime û daxwaz kir ku Amerîka xwe ji wê cengê re amade bike.

David Goldven diyar kir, ku niha dem hatiye Amerîka kar ji bo bihêzkirina çekên xwe yên ezmanî bike.

Daxuyaniyên Goldven di demekê de ne, ku berî niha hin berpirsên Amerîkî pêşiyar kirin, ku artêşa Amerîka beşekî nû di artêşa xwe de çêbike, ew jî taybet bi cengên valahiyê.

Li gorî medya Amerîkî, komîteya hêzên stiratîjî di artêşa Amerîkî de, pêşinyar kiriye, ku beşê (Hêza Valahiyê) di artêşa Amerîka de were pêkanîn, ew hêz jî wek hêzên Marînz be, erkê wê hêzê parastina Amerîka be di cengên ku li derveyî ezmanê zemînê de biqewimin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin