Hêzên Amerîkayê û YPG bi hev re çavdêriya sînorê Rojava û Tirkiyê dikin

Hêzên Amerîkayê bi çend otomobîlên leşkerî yên zirêpoş, li aliyê sînorê Dirbêsiyê û Serê Kaniyê gihîştin ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê û bi hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re çavdêriya sînor dikin.

Piştî aloziyên wan çend rojên dawiyê yên li ser sînorê navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê, hêzên Amerîkayê li ser sînorê navbera herdu aliyan belav bûne û dest bi çavdêrîkirina sînor kirine.

 

Artêşa Tirkiyê ji heftiya bihorî ve dest bi topbarankirina çend gund û deverên sînorî yên ser bi Kobanî û Girê Sipî kiriye, ku di encamê de heta niha 4 şervanên YPGê û keçeke 6 salî ya bi navê Sara Mistefa canê xwe ji dest dane.

 

Piştî daxwazên HSDê û Rêveberiya Xweser ji Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo ku helwesteke aşkere û zelal li hember êrîşên wê dawiyê yên Tirkiyê bo ser deverên di bin desthilatdariya Rêveberiya Xweser de nîşan bidin, îro hêzên Amerîkayê li aliyê sînorê Dirbêsiyê û Serê Kaniyê gihîştin ser sînorê navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê.

 

Herwiha hêzeke HSDê û YPGê jî bi hêzên amerîkî re bûn û bi hev re rewşa li ser sînorê Dirbêsiyê û Serê Kaniyê şopandin û çavdêriya sînor kirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin