Hêzên Amerîkayê binkeyek li Hesekê ava kirin

Hêzên Amerîkayê binkeyeke nû ya serbazî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ava kirin.

Navenda Nûçeyan - Duh, roja înê, hêzên Amerîkayê binkeyeke serbazî li taxa Xiwêran li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ava kirin.

Binkeya nû ya hêzên Amerîkî li bajarê Hesekê di nava baregeheke berê ya hêzên berevanîya xweser û nêzîkî zindaneke girtîyên DAIŞê hatîye avakirin.

Hejmarek wesayîtên sebazî ligel hejmarek serbaz li bingehê cih girtine û ala Amerîkayê li ser hatîye bilindkirin.

Li bajarê Hesekê jibilî şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) hêzên ser bi rejîma Sûrîyê jî hene û bajar di navbera herdu alîyan de dabeş kirîye.

Rûdaw

 

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin