Heyeteke PDK-Tyê Li Amedê Seredana PWKyê Kir

.

Heyeteke Partîya Demokrat a Kurdistanê -Tirkîye (PDK-T) roja 30.01.2025ê, seredana Teşkîlata Amedê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kir.

Heyeta PDK-Tyê ji Cîhgirên Serokê Giştî  yê PDK-Tyê Ozan Kardaş, M. Şîrîn Ozbek û Bêrîvan Dal, Serokê Teşkîlata Amedê ya PDK-Tyê Îbrahîm Çapa pêk hatibû.

Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê M.Can Azbay û Vahît Aba û endamên Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê  Nurullah Tîmur, M.Alî Yilmaz,  Mîrza Akar û rêvebirên PWKyê pêşwazîya heyeta PDK-Tyê kirin.

Heyetên PWK û PDK-Tyê di derbarê rewşa îro ya Kurdistanê û  herêmê de bîr û rayên xwe pêşkêş kirin û bi taybetî, pêwîstîya hevkarîya hêzên sîyasî yên Kurdistanî anîn zimên.

Hevdîtin di atmosfereke germ û dostanê de derbas bû û herdû alîyan jî daxwaz û girîngîya berdewamiya hevdîtin û peywendîyên herdu alîyan anîn zimên.

30.01.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

RAPOR - Amerîka pergala parastinê ya Patriotê ji Hewlêrê vedikişîne
Balyozê Îranê: Îraqî amade ne ku li dijî Amerîkayê şer bikin
Lêkolîna li ser mirina Xezalê bi dawî bû: 5 kes hatin tometbarkirin
Li Rojavayê Kurdistanê çarenivîsa bi sedan kesan ne diyar e
Li Kobaniyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavên nû tên avêtin