Heyeteke PAKê li Bismilê beşdarî veşartina cenazeyê Şevder Aydin bû

.

Şevder Aydin ê kurê Vedat Aydin ê welatperwerê kurd, şehîdê azadîya Kurdistanê îro(17.08.2021) ji ber nexweşîya Covîd-19ê çû ber dilovanîya xwedê.

Cenazeyê Şevder Aydin duh (17.08.2021) li Bismil a Amedê hate veşartin.

Li gel tedbîrên Covid-19ê jî, girseyeke mezin beşdarî veşartina cenazeyê Şevder Aydin bû.

Li ser navê PAKê endamên Meclîsa Partîyê ya PAKê Eyüp alacabey, Kutbettin Yıldız, Abdullah Polat, Mehmet Bilen û gelek endam û alîgirên PAKê beşdarî veşartina cenazeyê Şevder Aydin bûn.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye