Heyeta Şaxa Mêrdînê ya PAKê seredana Odeya Bijîşkan kir

.

Îro 08.06.2021 Heyeta  Şaxa Mêrdînê ya PAKê ku  ji Serokê Şaxa Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar, endamên rêveberîyê Şêxmûs Ûnal, Omer Erdem,  Cemil Aydemir, Osman Çeper, pêkhatî seredana Odeya Bijîşkan a Mêrdînê kirin.

Heyeta PAKê ji alîyê Serokê Odeya Bijîşkan Volkan Bînbaşî ve hate pêşwazî kirinê.

Herdû alî di derbarê bi giştî rewşa tendirustîyê li bajêr, bi taybetî şewba pandemîya Kovîd 19ê danûstandin kirin. Herwiha Dr. Volkan Bînbaşî di derbarê rewşa karmendên tenduristîyê de jî agahdarî da heyetê.

Serokê Şaxa Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar agahdarî da ku; hevdîtin di ahengekî dilxweşîyê de domand û wisa jî qedîya.

Herwiha Bedran Acar got jî; wek herdû alî jî bi daxwaza berdewamîya ev cûre peywendî û hevdîtinan me xatir ji hev xwest.
Rûpela Nû/Mêrdîn
08.06.2021

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye