Heyeta PAKê û komelya Metîna du malbatan lihevanîn!

.

Bi navbeynkarîya Heyeta PAKê ku ji Cîgirê Serokê Giştî ya PAKê Vahît Aba û şêwirmendê Serokê Giştî ya PAKê Eyûb Alacabey û komela Metîna, du malbatên ku di navbeyna wan de şer û pevçûn derketibû û eva demekî bû ku neyartî, dilsarî û nexweşî hebû lihevhatin.

Heyeta PAKê ku ji Cîgirê Serokê Giştî Vahît Aba û şêwirmendê Serokê Giştî ya PAKî Eyûb Alacabey û komelaye Metina du malbatên ku li Derîyê Mêrdîn ya Diyarbekirê demekî bû di navbeyna wanda şer û pevçûn qewimî bû û dilsarî û nexweşîya navbeyna wan didomand. Piştê danûsatandinan, bi civînekî li hewhatinê ya bi navbeynkarîya Heyeta PAK û Komela Metîna pêkhat û herdû malbatên ya ji Şivistan Abdulaziz Mete û ya ji Metîna Murat Surucu lihevhatin.

Di vî civînî de Cîgirê Serokê Gişti ya PAKê Vahît Abab û serokê komela Metîna Aydin Pirincîoglu, her yek ji alîyê xwe ve axaftinekî pêşkêşê civakê kirin. Piştê axftina herdû malbat çûne rûyên hev, ji hev lêborînê xwestin û bihevre wêneyên lihevhatinê dane kişandinê.

Rûpela Nû/Diyarbekir

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin