Heyeta PAKê li Laleşê pîrozbahîya Hazim Tehsîn Beg ê Mîrê Êzidîyan kir

Rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg û endamê konseyê,Cîhgirê Mîr Rêzdar Cewher Alî Beg, rêzdaran Kamuran Xeyrî Beg û Herman Mîrza Beg pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Heyeta PAKê ya ku ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Kasim Ergun, endamên Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê Rêzdaran Abdurahman Gundikî û Orhan Kaya pêk hatibû, roja  02.08.2019an seredana   Laleşê  kirin û pîrozbahîya Mîrê Êzidîyên cîhanê yê nû Rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg  kirin.Heyeta PAKê herweha Cejna Çileyê Havînê ya Êzidîyan piroz kirin.

 

Rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg û endamê konseyê,Cîhgirê Mîr Rêzdar Cewher Alî Beg, rêzdaran Kamuran Xeyrî Beg û Herman Mîrza Beg pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

 

Li ser navê heyeta PAKê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Kasim Ergun kurte axaftinek kir û di axaftina xwe de weha got  "Ji ber hilbijartina cenabê  wî ya ji bo Mîrîtîya Êzidîyan em Rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg  pîroz dikin.Em ji Bakurê Kurdistanê silavên gelê xwe ji xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî tînin.Em şirîk û xemxwurên hemû êş û kul û birînên xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî ne. Em weke PAK  azadîya Kurdistanê diparêzin û dibêjin di Kurdistan a azad de hemû  etnîsîte, ol û mezhep divê bi nasname û bîr û bawerîyên xwe ve bibin xwedîyê desthilatê, divê li Kurdistana azad de hemû hemwelatî jî azad bin.Em bawer dikin ku li Başûrê Kurdustanê ji bo pêçana birînên   xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî dê bernameyên taybet ji alîyê Parlamento  û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bê birêvebirin. Em herweha Cejna Çileyê Havînê ya xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî piroz dikin ".

 

Rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg bi dilgermîyeke mezin pêşewazîya heyeta PAKê kir û ji ber vê seredanê  spasîya heyeta PAKê  kir.Ji ber axaftina Kasim Ergun û bir û  rayên ku li ser navê PAKê anîye ziman jî spasî û dilxweşîya xwe anî ziman.

 

Heyeta PAKê ji ber vê pêşewazîya ji dil û dostane,  spasîya Rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg  û  rêzdarên amade ne kir.

 

02.08.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da