Heyeta PAKê li Koysancaqê ji bo tazîyeyê seredana Hizba Demokrat a Kurdistanê kir

.

Heyeta PAK a ku ji endamê Komîteya Birevebir a Navendî û Berpirsê Başûrê Kurdistanê yê PAKê Birêz Orhan Kaya û Rêveberê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Birêz Evdirehmanê Gundikî pêk hatî, roja 11.08.2021ê ji bo tazîyeya endamê Komîteya Navendî ya HDKyê(Hizba Demokrat a Kurdistanê) Mûsa Babaxan li Koysancaqê seredana HDKyê kir.

Cîhgirê Serokê Giştî yê HDKyê Birêz Mistefa Mewlûdî û kadirê sekreteryaya HDKyê Birêz Resûl Mûsapûr pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Heyeta PAKê ji ber şehîd kirina Mûsa Babaxanî, Dewleta Îranê û terorîstên ku ev kiryara pêk anîne rûreş kir û sersaxî ji malbata Musa Babaxanî, ji rêvebir û endamên HDKyê û ji gelê Kurdistanê re xwest.

Cîhgirê Serokê Giştî yê HDKyê Birêz Mistefa Mewlûdî jî ji ber seredana heyeta PAKê spasîya xwe pêşkêş kir.

Heyetên HDK û PAKê di derbarê rewşa giştî ya Kurdistanê, herêmê û sîyaseta dewletên cîhanê de bîr û rayên xwe jî bi hevre parve kirin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye