Heyeta PAKê Li Hewlêrê Beşdarî Şîna Dêya Birêz Huseyîn Yezdanpena Bû

.

Heyeta PAKê îro(10.01.2021) li Hewlêrê beşdarî şîna dêya birêz Huseyîn Yezdanpena-Serokê PAK a Rojhilatê Kurdistanê bû.

Heyeta PAKê ji endamê Komîteya Bireveber a Nevandî û Berpirsê Başûrê Kurdistanê yê PAKê Birêz Orhan Kaya, endamê Meclîsa PAKê Birêz Hamdusena Demîrel, endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Birêz Temo Ayas û ji endamên PAKê pêk hatibû.

Di dema beşdarîya heyeta PAKê ya di şînê de, Serokê Giştî yê PAKê Birêz Mustafa Özçelik bi peywendîyeke telefonî li gel Birêz Huseyîn Yezdanpena re axivî û sersaxî jê cenabê wî û ji malbata wan re xwest.

Birêz Huseyîn Yezdanpena spasîya birêz Mustafa Özçelik û heyeta ku li Hewlêrê bi serokatîya Birêz Orhan Kaya beşdarî şînê bûne kir.

10.01.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye