Heyeta PAKê li Hewlêrê 75emîn salvegera damezrandina PDKyê pîroz kir

.

Heyeta PAKê ya ku ji endamê Komîteya Birevebir a Navendî û Berpirsê Başûrê Kurdistanê yê PAKê Birêz Orhan Kaya û Rêveberê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Birêz Evdirehmanê Gundikî pêk hatî, roja 18.08.2021ê li Hewlêrê seredana Mekteb Eleqat(Ofîsa Peywendîyên Kurdistanî û Iraqî) a PDKyê kir û 75emîn salvegera damezrandina PDKyê pîroz kir.

Berpirsê Mekteb Elaqat a PDKyê Birêz Elî Husên û birevebirên Mekteb Elaqatê birêzan Nîzar Botanî, Cîhan Rojbeyanî Karzan Nûrî pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Heyeta PAKê 75emîn salvegera damezrandina PDKyê pîroz kir û girîngî û rola PDKyê ya di doza azadîya Kurdistanê anî ziman.

Berpirsê Mekteb Elaqat a PDKyê Birêz Elî Husên jî bixêrhatina heyeta PAKê kir û spasîya xwe pêşkêş kir.

Di vê hevdîtinê de heyeta PDKyê û ya PAKê girîngîya peywendîyên herdu partîyan anîn ziman.

Hevdîtina heyeta PDKyê û ya PAKê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.

18.08.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye