Heyeta PAKê Li Gundikê Melê Seredana Ser Mezelê Muaz Ayas Kir

.


Heyeteke PAKê roja 11.03.2021ê ji Amedê çûn Gundikê Melê ya li ser Şirnexê ve û seredana ser mezelê welatperwerê Kurd, yek ji damezranêrên PAKê Muaz Ayas kir. 

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur, endamên Meclîsa Partîyê ya PAKê Salih Kaplan, Husnu Onuk, Abdullah Polat, Rêveberê Teşkîlata Amedê ya PAKê  Îsmail Ediş ji Amedê çûn Gundikê Melê û sersaxî ji malbata hevalê xwe, weltperwerê Kurd Muaz Ayas re xwestin.

Paşê, heyeta PAKê ya ku ji Amedê çûbû Gundikê Melê, li gel rêveber û endam û alîgirên PAKê yên li Gundikê Melê , Îzedîn Bayram,Musa Bayram, Temo Ayas çûn ser mezelê Muaz Ayas û fatîhayek xwendin.

Yek ji damezranêrên PAKê, kedkarê doza azadîya Kurdistanê, welatperwerê Kurd Muaz Ayas, 15 rojan  berîya  wefata xwe,  celteya dilî derbas kiribû û li Amedê di nexweşxaneyê razabû, lê  rewşa wî gelekî xerab bû. Mixabin bi serxwe ve nehat û  roja 08.03.2021ê   koça dawî kir.

Cenazeyê Muaz Ayas eynî rojê  li Gundikê Melê hatibû veşartin.

Muaz Ayas  nêzîkî 50 salî wek kedkar û xebatkarekî dilsoz, di nav refên doza azadîya Kurdistanê de cîhê xwe girtibû. 
11.03.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan