Heyeta PAKê li Diyarbekirê gora Vedat Aydın ziyaret kir

.

Heyeta PAKê di salvegera şehadeta wî ya 30în de gora siyasetmedarê Kurd Vedat Aydin ziyaret kir. 

Heyeteke PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) di roja 07.07.2021an de li Diyarbekirê bi minasebeta salvegera 30min qetilkirina wî de, serdana gora Serokê Partiya Ked a Gelan (HEP) yê Amedê Vedat Aydin ku 5’ê Tîrmeha 1991’an de hatibû qetilkirin kir.

Heyeta PAKê ji Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê  Vahît Aba, Endamê Meclîs Partiyê ya PAKê Salih Kaplan û Hüsnü Onuk, Endamê PAKê Îsmail Ediş û Samet Polat pêk hat.

Heyata PAKê li ser gora Vedat Aydın ku li Goristana Deriyê Mêrdînê ya li Amedê cih digire de dûa xwend û gul danîn ser mezelê wî.

Vedat Aydın di 5ê Tîrmeha 1991an de ji aliyê JÎTEMÊ ve ji mala xwe li Amedê hate revandin. Piştî vê bi 2 rojan Cenazeyê Vedat Aydin li Madena Xarpêtê hate dîtin.

Serokê Partiya Keda Gel (HEP) yê Amedê Vedat Aydin, ku ji aliyê JÎTEMê ve hate revandin û hate kuştin, her weha ev kiryar weke yekemîn kuştina kiryar nediyar tê qebûlkirin.

 Rûpela Nû / Diyarbekir

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn