Heyeta PAK û PSKyê li Konyayê ji malbata Dedeogullari re sersaxî xwestin

.

Heyeteke PAK û PSKyê roja 01.08.2021ê li gundê Hasankoy a li ser navçeya Meram a bajarê Konyayê, ji malbata Dedeogullari re sersaxî xwestin.

Heyeta hevbeş ji Serokê Giştî yê PSKyê Mesud Tek, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Nevzat Teker, endamê Meclîsa PAKê Mehmet Ermîş, endamê Meclîsa PSKyê Bedir Çinar , damezranerên PSKyê Eyyup Akdeniz û Mehmet Karabulut ve pêk hatibû.

Li ser navê malbata Dedeogullariyan İrfan Dedeogulları ji ber hatina heyeta PAK û PSKyê ya ji bo sersaxîyê spasîya heyetê kir.

Heyeta PAK û PSKyê demek eli cîhê tazîyeyê rûniştin, paşê serdana mezelê 7 qurbanîyên êrîşa nîjadperest kirin.

Heyeteke PDK-Bakur a bi serokatîya Berdevkê PDK-Bakur Hişyar Özalp jî li Konyayê ji malbata Dedeogullariyan re sersaxî xwest.

Rûpela Nû

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn