Heyeta Kurdistanê bi Kazimî re li ser budçeyê civiya

.

Heyeta di bin serokatiya cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî de di çarçoveya seredana Bexdayê de, bi serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî re civiya. Qubad Talabanî got ku hukumeta Bexdayê li ser ehda xwe ya budçeya sala 2021 ê ye.

Piştî hevdîtinê Qubad Talabanî ragihand ku her dû alî li ser têkiliyên her dû hukumetan yên Bexda û Hewlêrê axifîne. Her dû teref her weha li ser cîhbicîanîna budçeya sala 2021 ê û mekanizmaya wê û şandina mafên malî yên herêma Kurdistanê axifîne.

Heyeta Herêma Kurdistanê piştî seredana Kazimî seredana şaxa siyasî ya Tevgera Sadr kirine. Heyet ji aliyê Nassar Rubeyî û rêvebirên Tevgera Sadr re hatine pêşwazîkirin. Bi sedema desteka Tevgera Sadr di budçeya sala 2021 ê ya bo pişka Kurdistanê de destekê dabû budçeyê û heyeta Kurdistanê bo desteka wan sipasiya wan kir.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye