Heyeta Herêma Kurdistanê dageriya Hewlêrê

.

 Heyeta Bilind ya Herêma Kurdistanê ya bi Bexdayê re muzakereyan dikir, hevdîtinên xwe qedand û dageriya Hewlêrê. Ji endamên heyetê Abdulhekîm Xesrew bo K24 ê ragihand ku dê car din herin Bexdayê û îhtîmala lihevkirinê bi Bexdayê re gelek zêde ye.

Cîgirê serokê parlementoya Iraqê Hesen Kabî got ku hevdîtinên heyetê bi Bexdayê re baş çûne û weha got:

“Çûn û hatina navbera heyetên Hewlêrê û Bexdayê dewam dike. Heyeta Kurdistanê bo çareseriya pirsgirêkan derfetekî baş da hukumeta Iraqê. Ji pirsgirêkan yek ji wan dahatên petrolê û yên di derveyê petrolê de ne. Ez dibêjim heya niha baş birêve diçe.

Di hin mijaran de nelihevkirin hene. Jimara memûrên Kurdistanê yek ji wan e. Temamê komîsyonên parlementoyê lihev kirin ku budçe ya sala 2021 ê ne bo hinek qisman lê ji Zaxoyê heya Basrayê bo temamê xelkê be.”


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye