Nuri Aldur
TEZ: kurdên başûr dixwazin ku federalîzma îroj heye, wê bi parêzin û heta ew di tekoşin ku wê moderntir û ferehtir jî bikin.
Arabên Irak/Baxdad(çi sûnnî, çi şîe ferq nake) federalîzma ku heye jî takîp nakin û heta ewan hemberî sîstemêne jî.
ANTÎ TEZ: kurd di van salên dawîde hişkere Baxdadê rexne dikin û dixwazin ku qanûn/dad bêt tedbîq kirin.
Arabên Baxdad, xwe ji bo vê politîkaya kurdan kerr û lal dikin û ew jî hişkere hemberî van daxwazîyên kurdan derdikevin.
SÎN TEZ: serokatîya kurd li Hewlêr, bi rêya dîplomasîyê(û dîplomasîyeke derece bilind) her li gel hemû hûkûmetên(ku hatin û çûn) Baxdayê re têkilîyan dikê, înîsîyatîvan digre, guft û go û kompromîsan red nake.
Lê arabên Baxdad ta mecbûr nebin têkilî na deynin û kompromîsan hîç nakin. Ewan her rewşa "status quo" dimeşênin û psikolojîya politîkî ya serdestan û ne demokrasîyê bo xwe kirine standard û norm.
Baxdad qanûn/dada ku hatîye pejirandin û ketîye makezagona resmî jî pêk nayênê û heta û heta dijî wan qanûn/prensîpan jî di sekinê û dijî pêşneyarên kurdan derdikevê. Madde 140 mîsaleke ku em karin li vir bi nav bikin. Ev madde, ev bêhtirî 30 salîye ku qabûl bûyîye lê hê jî nehatîye tedbîqkirin. Ewan poşman bûne û dibêjin ku sîstema federalî xeletbû û xelete. Ma ev têt çi wateyê? Têt wateya ku arabên Baxdad dixwazin(eger qûwet û qûdreta wan hebe) federalîzmê fesh bikin û mîna dema Saddam, her kurd û Kurdistanê bixne bin destên "trallên Baxdayê".
Lê hûkûmeta kurd, van qûrnazî û politîka ne merovayî dizanê û dinasê. Lewra wê Baxdad nikaribe sîstemê bigûherînê; kurd ne kurdên berêne. Lê divêt ku em vê jî bizanin; nifşên arabên nû ku têne parlamentoya Baxdadê, ji yên kevn ne baştirin(ne demokrat, ne sekuler û ne jî lîberalin) û eve atmosfera kurd-arab baştir nakê.
Ezê vê nivîs a xwe bi gotineke Blaise Pascal tewaw bikim: "însan ne milyakete û ne jî melkemote; lê ew dibêt melkemot dema ku bi sexte rola milyaket dileyîzê.