Hewlêr- Pêşangeha perwerdehiyê EDEX 2021 tê lidarxistin

.

Di bin çavdêriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de sibe çarşemê 25ê Tebaxê de li hola pêşangehê ya Hotel Sheraton a li bajarê Hewlêrê, 4emîn Pêşangeha Navdewletî ya Perwerdehiyê ya EDEXê tê lidarxistin.

EDEX pêşangeha herî mezin a perwerdehiyê ye û her sal gelek zanîngeh û saziyên perwerdehiyê li Herêma Kurdistanê û Iraq û cîhanê tîne cem hev.

Salên borî zêdetirî 40 hezar kes serdana pêşangeha EDEXê kirin û îsal jî nêzîkî 10 navendên perwerdehiyê yên li navxwe û derve dê beşdar bibin û pêşangeh dê du rojan berdewam be.

Serperiştyarê EDEXê Serheng Sorgilî ji K24ê re ragihand; sala borî ji ber bandora belavbûna vîrusa Koronayê pêşangeh bi rêkarên xweparêziyê hat vekirin û îsal jî bi heman şêwe dê pabendî rênimayan bibin û ji beşdaran daxwaz kir ku pabendî rênimayan bibin û maskan bi kar bînin.

Serheng Sorgilî destnîşan kir; di pêşangehê de dê hejmarek panel, hevdîtin û civînên navbera kadroyên sektora perwerdehiya bilind, xwendekar, akademî û xwedî bawernameyan pêk werin û çendîn mijarên girîng werin gotûbêjkirin. Herwiha dê li ser bandorên Koronayê li ser perwerdehiyê û çareserkirina wan astengî kêşeyên ji ber Koronayê derketine holê, biaxivin.

Hêjayî gotinê ye ku EDEX 2021 pêşangeha herî mezin a perwerdehiyê ye li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê, ku her sal di 25ê Tebaxm de li pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê ya li Parka Samî Ebdurehman birêve diçe.

Kurdistan Haberleri

Cano Amedî: Em naxwazin Kurd bên xapandin
Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ji sedî 70yê baregehên xwe vala kirine
Husên Qaidî: Me 1090 Êzidiyên rizgarkirî ji bo çareseriyê şandin Almanyayê
Kî zarokan bîne dê deynên wan werin efûkirin
Şêxê Durziyan: Kurd li Sûriyê 10 milyon in, em federaliyê dixwazin