Hewlêr-Bexda 4 peyman îmze kirin

Wezîrê Hundir ê Herêma Kurdistanê Kerîm Sincarî ragihand ku "Hikûmeta Herêma Kurdistanê 4 peyman li gel Bexdayê îmze kirine" û diyar kir ku "ew peyman niha li ber destê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ne."

Li gorî medyaya iraqî, Wezîrê Hundir a Herêma Kurdistanê Kerîm Sincarî îro çarşemê ragihandiye ku çar peyman di navbera Hewler û Bexdayê de hatine îmzekirin ku têkilîdarê nakokiyên navbera herdu aliyan in.

Herwiha rojnamevanê kurd Hawar Elî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku yek ji wan peymanan girêdayî mijara rakirina astengê li ser balafirgehên Kurdistanê ye.

​Li gorî medyaya erebî, Sincarî di serdana xwe ya Washingtonê de û piştî civîna li gel rayedarên payebilind ên amerîkî ev daxuyanî daye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin