Hewlêr- 92 kîlo eroin hate desteserkirin  

.

Rêveberiya Nehiştina Maddeyên Hişbir aşkere kir li Hewlêrê wan kariye 92 kîlo maddeyên hişbir ku cûreya eroînê ye desteserkirine.

Rêveberiya Nehiştina Maddeyên Hişbir di daxuyaniyekê de ragihandiye piştî lêkolînên wan îro roja yekşemê li Hewlêr di çalakîyeke mezin de karine bazirganekî maddeyên hişbir desteser bikin ku hemwelatiyê Tirkiyê ye û şêniyê Hewlêrê ye.

Herwiha Rêveberiya Nehiştina Maddeyên Hişbir amaje bi wê yekê jî kiriye 184 qalib eroin û ku dike 92 kîlogram jî hatiye desteserkirin.

Herwiha derbarê wî tohmetbarî de lêpirsîn hatiye destpêkirin û ji bo dadgehê hatiye şandin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye