Hewlêr: 12 kesên din jî tûşî koronayê bûne

Wezareta Tendirustîyê îro roja duşemê 23.03.2020an bi daxuyanîyekê aşkere kir li Herêma Kurdistanê 12 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa Koronayê hatin piştrastkirin.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tendirsutîya Herêma Kurdistanê îro di daxuyanîyekê de aşkere kir, 12 kesên din li bajarê Hewlêrê bi vîrsa koronaya nû COVID-19 ketine.

Li gor daxuyanîyê, di 24 demjimêrên bihorî de pişkinîna koronayê jib o 260 kesan hatîye kirin, ku 176 pişkinîn li Hewlêrê û 62 li Silêmanîyê û 22 pişkinîn jî li Duhokê hatine kirin.

Wezareta Tendirsutîyê dibêje, encamên 22 ji wan pişkinînan pozîtîv bûne ku 10 li parêzgeha Silêmanîyê ne, ku pêştir hatibû ragihandin, û 12 jî li Hewlêrê ne.

Di daxuyanîyê de hatîye gotin, 9 ji wan kesan têkilîya wan bi tûşbûyê Komelgeha Sêbîran a Hewlêrê hebûye ku duh tûşbûna wî bi koronayê hatibû piştrastkirin, herwiha 3 kesên din jî têkilîya wan bi wî xwandekarî ve hebûye ku berî çend rojan tûşbûna wî hatibû ragihandin û ji Îranê ve vegerîyabû Herêma Kurdistanê.

Bi wan 12 kesan, hejmara tûşbûyên Koronayê li parêzgeha Hewlêrê bo 22 kesan bilind bû.

Herwiha hejmara giştî ya kesên ku heya niha li Herêma Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîşte 76 kesan ku 13 kes baş bûne û tenê kesek mirîye.

 

Siyaset Haberleri

Serok Barzanî: Pirsgirêka me ya bi Bexdayê re ew e ku federalîzmê nas nake
Îsraîl: Me li Sûriyê li sîstemên parastina asmanî yên Tirkiyê xist
Îran: Gotûbêjên me yên li gel Ajansa Atomê erênî ne
Îsraîl: Me li Sûriyeyê çekên Tirkiyeyê kirin hedef
Şerekî neqediyayî