“Hewla guhartina demografiya Kerkûk û Mûsilê heye”

.

Di hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de, hewleke guhartina demografiya navçeyên kurdistanî yên Kerkûk û Mûsilê heye.

Serokê Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Iraqê radigihîne, di hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de, hewleke guhartina demografiya navçeyên kurdistanî yên Kerkûk û Mûsilê heye.

Serokê Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Iraqê Rêbiwar Hadî derbarê hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de ragihand, pirsgirêk di tomarkirina dengên kurdan de li parêzgehên Kerkûk û Mûsilê de heye û Komisyona Bilind a Hilbijartinê, kartên dengdanê yên beşeke mezin ên kurdan nû nekiriye.

Biryar e di meha Hezîrana bê de hilbijartinên pêşwext ên Iraqê bên kirin. Di vê derbarê de Serokê Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Iraqê Rêbiwar Hadî ji K24ê re got: “Aliyên siyasî yên kurdî, vê pêngava Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê wek guhartina demografiya navçeyên Kurdistanî dibînin û ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin.”

Rêbiwar Hadî got: “Heger hilbijartin were kirin, divê baweriya bi pêvajoya siyasî ya Iraqê vegerîne û baweriya civaka navneteweyî jî pê hebe. Lê bawer nakim ti guhartinek di Iraqê de rû bide. Li gor yasaya Komisyonê, hilbijartin bi riya karta dengdanê ye, ne bi karta bayometrî ye. Ev jî yek pirsgirêkan e û rêgiriyê li sextekariyê nake.”
 

Kurdistan Haberleri

Trump: Şer dê di demeke nêz de bi dawî bibe û cîhan dê aramtir bibe
Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ne beşeke aloziyan e
Di nav 2 saetan de 4 dron avêtin Hewlêrê
Bafil Talebanî: Niha dema yekîtiyê ye
Sûdanî bangî hêzên ewlehiyê kir: Êrişkaran desteser bikin