Hewla bêdeng kirina Mela Bextiyar tê dayîn!

Nav YNKê de hewl tê dayîn ku berpirsê desteya polîtburoya YNKê bê bêdeng kirin.

Nav YNKê de hewl tê dayîn ku berpirsê desteya polîtburoya YNKê bê bêdeng kirin.

Li gor zanyariyan, polîtburoya YNKê du kes peywîrdar kirine ku guftûgo û hemahengî li gel Mela Bextiyar pêkbînin.

Ew du kese hewl didin Mela Bextiyar razî bikin, ku civîna polîtburoya YNKê ya bê kirin de beşdar bibe û êdî li dij YNKê neaxive.

Herwaha li gor zanyariyên geheştin destên me, Mela Bextiyar daxwaza wan her du kesane red kiriye û amade nebûye wegere civînên YNKê. Bi taybet jî bi aşkerayî gotiye wan êdî bêdeng nabe û gotinên xwe di dem û cîhê xwede dê bike.

Berpirsê malbenda Şarezorê yê YNKê Ehmed Qedeferî ragehand, YNKê di asta bilind de çend carekan daxwaz ji Mela Bextiyar kiriye, wegere nav civînê polîtburoyê, lê ‘’Ew yek red kiriye.’’

Herwaha aşkera kir, wî bixwe jî daxwaza wegerê ji Mela Bextiyar kiriye, lê ‘’Ew rijd bû li ser wê yekê ku newegere bo civînên polîtburoyê, ku YNK bi fermî biryara pêkanîna kongreya çarem dê bide.’’

Qedeferî, Mela Bextiyar wek kesekî Tekoşer pênase kir û neveşart ku YNK pêwîstiya wê bi hemû endamên xwe heye. Û got: ‘’Em berdewam li malan digerin ku kesekî ji YNKê zêde bikin. Bêguman Mela Bextiyar kesekî diyar û ji destpêkê ve nav YNKê de bûye. Naha çawa YNKê pêwîstiya xwe bi wî tine ye? YNK, dixwaze Mela Bextiyar beşdrî civînên polîtburoyê bibe.’’

Siyaset Haberleri

Rêjîma Îranê êrîşên bo ser xelkê medenî yên deverê dêxe stuyê Amerîka û Îsraîl
Serok Barzanî: Hîn jî li Îraqê şovenîst hene ku li dijî mafên gelê Kurdistanê ne
12 sal in petrol di boriya Kerkûk-Ceyhanê re derbas nebûye
Nêçîrvan Barzanî: Parastina Herêma Kurdistanê erkê me hemûyan e
Serok Barzanî bangî Hewlêr û Bexdayê kir: Ji bo rêkeftinê li hev bicivin