Hevserokên Şaredarên Sêrt û Dêrsimê jî hatin desteserkirin

Heta niha Wezareta Hundir ya Tirkiyê bi îdîaya "endametîya rêxistina terorê ya PKKê” zedetir 30 hevserokên şaredar yên DBP/HDP girtine û di şûna wan de qayyûm tayîn kirine.

Hat ragehandin ku hevserokê DBP yê bajarê Sertê Tuncer Bakirhan vê sibehê hatiye desteserkirin û polês dora şaredarîyê dorpêç kirîye û li şaredarîyê oxlama dike.

Herweha polês û tîmên taybet ên Dêrsimê serê sibê operasîyonek çêkirine û avêtin ser malên hevşaredarên DBPê yên Dersimê Nurhayat Altun û Mehmed Alî Bul û ew jî hatine girtin. 

Di heman operasyonê de polês serok û rêvebirên partiyên EMEPê, HDPê û sendîkayan jî girtine binçavan.

Dihê zanîn ku piştî derbeya nebiserketî ya 15ê tîrmehê li seranserê Tirkiyê û Kurdistanê rewşa awerte hatibû îlankirin; selehetîya walîyan zêdetir bûye.

Heta niha Wezareta Hundir ya Tirkiyê bi îdîaya "endametîya rêxistina terorê ya PKKê” zedetir 30 hevserokên şaredar yên DBP/HDP girtine û di şûna wan de qayyûm tayîn kirine. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin