Hevpeymaniya Navdewletî zêdetirî 1 milyon dolaran alîkariya leşkerî gihand hêzên Pêşmerge

.

Hat ragihandin ku îro Çarşemê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, di çarçoveya têkoşîna dijî terora DAIŞê de, bi nirxê zêdetirî yek milyon dolaran alîkariya çek û amûrên leşkerî pêşkeşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Li gorî ragihandina şaneya ragihandina ewlehiya Iraqê, ew alîkariya hevpeymaniyê di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistina terorîst DAIŞê û parastina sînoran de hatiye şandin ku beşek ji wê alîkariyê bo hêzên Pêşmerge hatiye terxankirin.

Hevpeymaniyê di sala 2021ê de cara çarem e alîkariyên leşkerî ji hêzên Pêşmerge re dişîne ku îsal bi zêdetirî 3 milyon dolaran alîkarî gihandiye hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.

Hevpeymaniyê beriya niha jî 100 wesayîtên Humvee, ambulans û wesayîtên zirxî ji Pêşmerge re şandibûn

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye