Hevpeymaniya Navdewletî: Tevgera DAIŞê zêde bûye

.

 Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê radigihîne, tevgera DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zêde bûne û sedemên wê yekê jî aşkere dike.

Hevpeymaniya Navdewletî di raporta xwe ya sê mehan a ji bo Kongressa Amerîka de behsa kêmbûna hevahengiyê di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî de li navçeyên Kurdistanî dike û nivîsiye, tevî ku di çend salên borî de hevahengî di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de heye, lê hîna li navçeyên “nakokî li ser hene” negihîştiye asta tê xwastin.

Di rapora Hevpeymaniya Navdewletî de hatiye, 14 lîwayên Pêşmerge li wan navçeyên bi berdewamî çavdêriya tevgera DAIŞê dikin.

Destnîşan kir jî, hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî operasyonên hevbeş li wan navçeyan encam nadin, ev jî dibe sedemek ku valahiya ewlehiyê li wan navçeyan dirust bibe.

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê, hêzên Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê vekişiyan, ji ber wê jî valahiyeke ewlehiyê dirust bûye û li hin navçeyan gef li kurdan tê xwarin ji bo ji cih û warên xwe derkevin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye