Hevpeymanîya Navdewletî red kir sîstema Patriot li Sûrîyê bicih kiribe

Hevpeymanîya Navdewletî ya li dijî DAIŞê red dike, ku sîstema mûşekî ya Patriot li Sûrîyê cîgir kiribe û berdevkê hevpeymanîyê dibêje, ew nêçe sexte ye.

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Hevpeymanîya Navdewletî, Myles Caggins li ser twittera xwe ragihand, ku wan sîstema mûşekî ya Patriotê li Sûrîyê bicih nekirine û da xuyakirin, gelek nûçeyên sexte tên belavkirin.

Ev tiwîtta Myles piştî belavbûna wêneyê rojnamevanekî li gel hejmarek serbazên Hevpeymanîya Navdewletî tê, ku li bîyabanekê wêne girtine û sîstema dijemûşekî ya Patriot li pişt wan derdikeve.

Berdevkê Hevpeymanîya Navdewletî herwiha ragiahndîye, nûçeyên zêdetir ên sexte tên belavkirin, ew wêne li welatekî din hatîye girtin.

Medyaya nêzîk ji Hizbullah a Lubnanê nûçeya bicihkirina sîstema Patriot li herêmên di bin kontrola HSDê belav kiribû û amaje bi wê yekê kiribû, ku Hevpeymanîya Navdewletî 3 sîstemên dijemûşekî yên Patriotê li parêzgeha Dêre Zorê bicih kirîye.

Heman çavkanîyan dîyar kirine, Hevpaymanî kar dike ji bo ku çendîn sîstemên din jî li nav axa Sûrîyê bicih bike.

Hêzên Amerîka li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûrîyê li navçeyên petrolê û gundewarên rojhilatê Dêre Zorê bicih bûne û bi berdewam Amerîka dibêje, heta ku çareserek ji rewşa Sûrîyê re neyê dîtin, ew ji wî welatî dernakevin.

Rudaw

 

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye