Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya xwe bo hêzên Pêşmerge diyar kir

.

Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, piştevaniya xwe bo hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna gefên teroristên DAIŞê de diyar kir.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Wayne Marotto ragihand, ew tekeziyê li ser piştevaniya li hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî di rûbirûbûna gefên ewlehiyê û êrîşên terorîstî de dikin.

Marotto li ser hesabê fermî yê twitterê got, ew piştevaniyê li pêkanîna navendên hevahengiyê yên li ser dirêjahiya hêlên valahiya ewlehiyê yên di navbera hêzên Iraqê û Pêşmergeyan de dikin.

Herwiha Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û Şêwirmendê Bilind li Navenda Hevahengiya Hevpeymaniyê David William jî li ser mijara perwerdekirina hêzên Pêşmerge civiyan.

Wayne Marotto herwiha parvekirina Wezareta Pêşmerge ya hevdîtina David William û Şoreş Îsmaîl jî li ser medya civakî belav kir.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye