Hevpeymaniya Navdewletî: Pêwendiya Hewlêr û Washingtonê ji bo aramiya deverê girîng e

.

Wezareta Pêşmerge ragihand; ligel şandeke payebilind a serbazî ya Amerîkayê, zêdekirina budceya ku Amerîkayê ji bo hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê terxan kiriye, gotûbêj kirin. 

Wezareta Pêşmerge ragihand; ligel şandeke payebilind a serbazî ya Amerîkayê, zêdekirina budceya ku Amerîkayê ji bo hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê terxan kiriye, gotûbêj kirin.

Wezareta Pêşmerge li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Me ligel şanda payebilind a serbazî ya artêşa Amerîkayê, zêdekirina budceya ku Amerîkayê ji bo hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê terxan kiriye, behs kir.”

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Wayne Marotto tweeta Wezareta Pêşmerge parve kiriye û gotiye: “Pêwendiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîkayê ji bo asayîş û aramiya deverê girîng e.”

Wayne Marotto herwiha gotiye: “Em pabend û rijd in li ser hevbeşiya xwe ya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge û bi hev re û mil bi milê hev, şerê têkbirina DAIŞê dikin.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye