Hevpeymaniya Navdewletî: Me zêdetirî 1400 sivîl kuştine

.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di daxuyaniyekê de li xwe mikur hat ku li Iraq û Sûriyê zêdetirî 1400 welatiyên sivîl kuştine.

Li gor daxuyaniyê, ji destpêka êrîşa serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê ji sala 2014an ve, di encama bombebaranên firokeyên Hevpeymaniyê de zêdetirî 1400 welatiyên sivîl li Iraq û Sûriyê jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku ew welatiyên sivîl "bê mebest" bûne armanc û canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniyê, ji destpêka şer ve karîne 110 hezar kîlometre çargoşe ji destê DAIŞê rizgar bikin û zêdetirî 7.7 milyon welatiyên bin desthilata DAIŞê xilas bikin.

Herwiha hatiye eşkerkirin; di navbera meha Tebaxa 2014an heta dawiya Îlona 2020an de Hevpeymaniya Navdewletî 34 hezar û 917 êrîşên esmanî pêk anîne.

Hevpeymaniya Navdewletî li xwe mikur hatiye ku di encama bomberanan de 1410 welatiyên sivîl "bê mebest" bûne armanc û jiyana xwe ji dest dane.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike