Hevpeymaniya Navdewletî: Hêzên Pêşmerge hevpeymanekî sereke ye

.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê diyar kir, hêzên Pêşmerge hevpeymanekî sereke ye ji bo parastina asayîş û aramiya navçeyê.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto li ser Twitterê destnîşan kir: “Hêzên Pêşmerge hevpeymana sereke ya erkê me yê hevbeş e û girîng e ku Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniya wan hewldanan bike ji bo pêkanîna asayîş û seqamgîriya herêmî û desteberkirina nevegera DAIŞê.”

Wayne Marotto herwiha da zanîn: “Em dimînin û rijd in li ser wê yekê ku weke hevbeşek ji bo pêkanîna armancan bixebitin, ku têkbirina yekcarî ya DAIŞê ye.”

Marotto destnîşan kir ku şêwirmendên wan mil bi mil bi hêzên Pêşmerge dixebitin û li hemû deverên Herêma Kurdistanê hemahegiya wan ligel hev heye. <

>

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye