Hevpeymaniya Navdewletî: Hevkariya me bi HSDê re dê bidome

.

General Paul T. Calvert: Em ê kar bikin ji bo çekdarên DAIŞê yên Iraq û Ewropî ji herêmên HSDê ji bo welatên wan bêne vegerandin. 

Fermandarê Hêzên Erkên Hevbeş ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê radigihîne, hevkariya wan bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re dê bimîne.

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê civîna salane ya encûmenên leşkerî yên HSDê birêve diçe û fermandarên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî di vê civînê de beşdar bûne.

Fermandarê Hêzên Erkên Hevbeş General Paul T. Calvert di vê civînê de ragihand, hevkariya wan bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re dê bimîne û Amerîka jî piştevaniya vê yekê dike.

General Paul T. Calvert got jî, HSDê alîkarî daye ewlekirina girtîgehan û pêşî li reva DAIŞ'ê jî girtiye û got: “Ji bo pêşî li gefa DAIŞ'ê ya li hemberî hevkarên me bê girtin, tevî başkirina avadaniya girtîgehan, em ê projeyên din pêk bînin.”

Destnîşan kir jî, ew ê kar bikin ji bo çekdarên DAIŞê yên Iraq û Ewropî ji herêmên HSDê ji bo welatên wan bêne vegerandin.

General Paul T. Calvert diyar kir, wan 3 serkeftin li bakurê rojhilatê Sûriyê pêk anîne, ew jî hewandina koçberan, berdewamiya şerê li dijî DAIŞê û gihandina pirsgirêkên bakurê rojhilatê Sûriyê ji bo aliyên navdewletî.

Herwiha diyar kir jî, ew hewên xwe dikin ji bo pirsgirêkên çandiniyê û kêmiya avê çareser bikin.

(K24)

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye