Hevpeymaniya Navdewletî encama operasyonên dijî DAIŞê ragihand

.

 Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bi Kurdî peyamek belav kir û ragihand ku wan di hefteyekê de 9 operasyon li dijî DAIŞê pêk anîn û rê li ber kiryarên terorî yên “7 terorîstên DAIŞê” girt.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Kolonel Wayne Marotto li hejmara xwe ya Twitterê li ser operasyonên li dijî DAIŞê bi Kurdî peyamek belav kir.

Kolonel Wayne Marotto di peyama xwe de amaje bi berdewamiya operasyonên wan ên li dijî DAIŞê kir û ragihand ku wan li gel hevbeşên xwe yên xwecihî di hefteyekê de 9 operasyon pêk anîne.

Li gor daxuyaniya Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî, di encama wan 9 operasyonên di 7 rojên dawî de ku li Iraq û Sûriyê birêve çûne, hêzên wan nehişt, “7 terorîstên DAIŞê kiryarên terorî li hember gelê Iraq û Sûrîyê bikin.”

Herwiha Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li gel wê peyama xwe reqemeke telefonê jî belav kir û daxwaz kir kir ku di "têkbirina DAIŞê" de alîkariya wan bê kirin.

Rêxistina DAIŞê piştî ku ti deverek di destê de nema, şêwaz û taktîka xwe ya şer guherî bi rêya şaneyên xwe yên veşartî êrişan encam dide.

Her bi wê sedemê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî li ser operasyonên xwe yên dijî DAIŞê berdewam in.

Kurdistan Haberleri

PWK Ewropa: Em êrîşa ser Mîrê Rûhanî yê Êzîdîyan Mîr Hazim Tahsîn Beg bi dijwarî şermezar dikin
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (326)
Gundî li hemberî DEDAŞê rabûn ser pêyan: Rêya Amed û Mêrdînê hat girtin
HSD: Hêzên hikûmeta Sûriyeyê li Dêr Hafirê êrîşî 4 çeperên me kirin
Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa li Sûriyeyê hişyarî da