Hevpeymaniya Navdewletî Alîkariyên Serbazî Û Lojistîgî Ji HSD re Şand

Hevpeymaniya Navdewletî nêzîkî 150 barhilgir, ji alîkariyên serbazî û lojistîgî ji HSD re, bo rojavayê Kurdistanê şand.

Hevpeymaniya Navdewletî nêzîkî 150 barhilgir, ji alîkariyên serbazî û lojicistî  ji HSD re, bo rojavayê Kurdistanê şand.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belavkiriye, ku Hevpeymaniya Navdewletî nêzîkî  150 barhilgir, ku ji alîkariyên serbazî û lojistî pêk tê, di rêya dergehê Sêmalka re derbasî navçeyên Hêzên Sûriya Demokrat kirin.

Li gor Rewanghehê, ji dema kontrolkirina dawî baregeha DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê heta niha, ev 25 car in, ku Hevpeymaniya Navdewletî barhilgirên, ku alîkariyên serbazî ji otombêlên leşkerî û zirîpoş û tankerên neftê pêk tê, ji bo navçeyên cuda, yên di bin destê HSD û bingeha xwe ya serbazî li bajarokê Til Bîdir li parêzgeha Hesekê ya rojavayê Kurdistanê re şandiye.

 

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin