Hevpeymanîya deryayî ya Amerîkayê li Kendavê dest bi karê xwe kir

Hevpeymanîya Kendavê bi serkêşiya Amerîkayê, roja Pêncşemê 7ê Mijdarê dest bi karê xwe kir.

Navenda Nûçeyan- Fermandarîya Hêzên Amerîkayê li Rojavayê Asyayê ragihand, ji Pêncşemê ve ji bo parastina gemîyên bazirganî li Kendav û tengava Hurmuzê gerên hevpeymanîya wan li Kendavê dest pê kirine.

Li gor daxuyanîyê, Hevpeymanîya Kendavê demkî nîne û heta pêwîst be ew dê li Kendavê bimînin.

Brîtanya, Awustralîya û Albanîya, tevî hin welatên Erebî yên weke Îmarat û Erebistana Siûdîyê û Behrêynê tevlî wê hevpeymanîya Amerîkayê bûne.

Herwiha Îsraîl jî daxwaz kirîye ku beşdarîyê di wê hevpeymanîyê de bike.

Wê hevpeymanîyê ragihandîye, ku armanca serekî ya wê dabînkirina ewlehiyê û parastina keştîyên bazirganî û bi taybet tankerên veguhastina petrolê li hember egera her gefekê ye.

Amerîkayê ew hevpeymanî piştî wê yekê pêk anî, ku di çend mehên bihorî de hejmarek keştîyên bazirganî û tankerên veguhastina petrolê li Kendavê û Tengava Hurmuzê rastî êrîşan hatin, herwiha hejmarek teqîn jî li benderên Îmaratê çê bûn ku keştîyên bazirganî kiribûn armanc.

Îran li dijî pêkanîna Hevpeymanîya Kendavê ye û wê weke aloztirkirina rewşê û destwerdana di karûbarên welatên navçeyê de bi nav dike.

Çavkanî: Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Amerîkayê leşker, çek û dron şandin Rojavayê Kurdistanê
AMED - 'Nexweşiya Sêrojî' derbeke giran li ajeldaran dixe
Netanyahu ferman da: Xeze dê bi dijwarî were bombebarankirin
Baroya Amedê ji bo pêvajoyê komîsyonek ava kir
Donald Trump li ser êrişên Îsraîlê axivî